Gardiyen: DAIŞ di halê vejiyandina xwe li Sûriyê da ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353545-gardiyen_daiŞ_di_halê_vejiyandina_xwe_li_sûriyê_da_ye
Rojnameya Gardiyenê di raporekî da li ser liv û tevgerên terorîstên DAIŞ`ê li bakûr rojhilatê Sûriyê û hewldana wan a ji bo vejiyandina xwe pêhişyarî da.
(last modified 2025-02-25T11:23:31+00:00 )
Sibat 25, 2025 13:26 Asia/Tehran
  • Gardiyen: DAIŞ di halê vejiyandina xwe li Sûriyê da ye

Rojnameya Gardiyenê di raporekî da li ser liv û tevgerên terorîstên DAIŞ`ê li bakûr rojhilatê Sûriyê û hewldana wan a ji bo vejiyandina xwe pêhişyarî da.

Rojnameya îngilîsî ya Gardiyenê ji zarê birêvebirê girtîgehekî li Hemsekê ragihand: DAIŞ piştî têkçûna hikûmeta Esed, gelek navçeyên nû û çek bi dest xistine. Birêvebirê vê girtîgehê pêhişyarî da ku DAIŞ hêdî hêdî di halê vejiyandina xwe da ye û zîndan wê yek ji armancên wan ên sereke be. Di halekî da ku rayedarên Kurd ên Sûriyê nêzî 42 heta 65 hezar kes ji terorîstên DAIŞ`ê û kesên nêzîkî wan li girtîgeh û kempên li bakûr rojhilatê Sûriyê girtine lê di eynî demê de dilnîgeran in ku DAIŞ, valatiya nika ya ewlehiyê ji bo êrişa li ser girtîgehan û azadkirina kesên ser bi xwe ve bi kar bîne.