Ukrayna ne yê bibe endamê NATOyê û ne jî Yekîtiya Ewropayê
Sibat 24, 2025 16:22 Asia/Tehran
Serokwezîrê Hangaryayê got: Ukrayn piştî bidawîhatina şer, tevî xwesteka xwe ya mezin bo endambûna nav NATOyê, ne dê bibe endamê vê hevpeymaniya leşkerî û ne jî dê tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe..
Viktor Orban, helwesta xwe ya bi dijminatî ya li hember Ukraynê tundtir kir û got: Hangarya dê biryarê dide ka Ukrayn dikare di pêşerojê de bigihêje xewezîka xwe ya tevlîbûna navYekîtiya Ewropayê.Wî Ukrayn weke herêmeke navbir di navbera Rûsya û welatên endamên NATO'yê de wesif kir û pêşbînî kir ku Kiyê piştî ku şer bi dawî bibe tevî ku hez dike tevlî vê hevpeymaniya leşkerî bibe lê divê hema wek navçeya navbir bimîne.