Daxuyaniya Rêxistina Hevkariya Îslamî derheq şermezarkirina destdirêjiyên siyonîstan ser Tûlkermê
Rêxistina Hevkariya Îslamî bi daxuyaniyekê tekez kir êrişa Netanyahu ser Tulkermê karek di çarçoveya jinavbirina pirsgirêka awareyan e.
Rêxistina Hevkariya Îslamî êrişa Serokwezîrê rejîma terorê Binyamîn Netanyahu û Wezîrê Cengê yê wî Yisrael Katz ser kampa Tulkermê li bakurê Rexê Rojava bi tundî şermezar kir û di daxuyaniyekê de êrişa ser kampên Filistînê berdewamiya êrişên hovane yên siyonîstan ser gelê Filistînê da zanîn û hişyarî da ku kiryarên bi vî rengî di çarçoveya hewildanên Rejîma dagirker jibo jinavbirina mesela awareyan û mafê wan yê vegerê cih tê.
Rêxistina Hevkariya Îslamî tekez kir ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ji yasayên navdewletî û biryarên NY ye û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bila erkên xwe cih bîne û bilez ji bo rawestandina van cinayetan û şermezarkirina berpirsên rêjîma dagirker tev bigere.