Rexneya Rûsiyê ji siyasetên welatên rojavayî li hember Rojhilata Navîn
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê bi rexneya ji siyasetên welatên rojavayî bi taybet Amerîkayê li navçeya rojavayê Asiyayê got: Ev navçeya qada lîstika we û pêkanîna pîlanên we nîne.
Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê îro Çarşemiyê herwiha got: Navçeya rojavaya Asiyayê qadeka lîstikê nîne û nabe ku welatên rojavayî bi vî awayî serederiya vê navçeyê bikin. Sêrgêy Lavrov got: Welatên rojavayî hîn bûne ku tiştekî kawil bikin, qeyranê biafirînin û paşê temaşe bikin. Eva nihêrîna bi taybet ya Amerîkayê ye ku ji aliyê din ê pehnavê bi kêfxweşî encama karên xwe yên bi handan temaşe dikin.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê herwiha bi rexneya ji siyasetên Rejîma Siyonîst li navçê pêgîrî kir ku Têlavîv dil nîne ji navçeyên xwe yên dagirkirî li axa Libnan û Sûriyê paşda vekişe, belke dil heye li ser erdên filistîniyên li Perrava bakûr rojava Çemê Urdinê jî serdest be.