Rûsiye piştgîrî da hevhatina agirbesê li Xezzê
Berdevkên serokomartî û wezareta karên derve yên Rûsiyê di axiftinên cida de piştgîrî da hevhatina vê dawiyê ya di navbera Rejîma Siyonîst û Tevgera Hemasê de ya bi navbeynkariya navnetewî.
Mariya Zaxarova, berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê, îro Pêncşemiyê di civîneka çapemeniyê de got ku Moskowa çavlirê ye ku hevhatina agirbesê ya di navbera Rejîma Siyonîst û tevgera Hemasê de li Zîvala Xezzê wekî bingehek ji bo istiqrara mayinde be. Wî herwiha got: Em hêvîdar in cihatina vê hevhatinê bibe sedema istiqrara demdirêj a li Xezzê, îzna vegerê bo awareyên filistînî were dayîn û ji nû ve avakirina ciyên ku di pevçûnan de kawil bûne hêsan bike.
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê herwiha hêvîdariya xwe diyar kir ku cihatina hevhatinên têkildar, rê ji bo başbûna rewşa Rojhilata Navîn ji wan li Libnan, Sûriye û Yemenê xweş bike.
Dîmîtrî Pêskov, berdevkê Kirêmlînê jî di vî warî de got: Rûsiye pêşwaziya her hevhatinekê dike ku bibe sedema ewlehiya li Xezzê.