Qeyrana mirovî li Sûdanê; 3.2 mîlyon kes li ber bedxwarinê ne
Berdevkê Sersekreterê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku pêşbînî tê kirin îsal li Sûdanê nêzî 3 milyon û 200 hezar zarokên di bin pênc salî de tûşî bedxwarinê bibin.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Sûdan bi qeyrana herî mezin a awarebûna zarokan re rûbirû ye, li gorî texmînan 5 milyon zarok ji ber şer u pevçnan ji cih û warên xwe bûne û 3.2 mîlyon zarokên temenê wan di bin pênc salan de jî tûşî bedxwarinê bûne.
Berdevkê Sersekreterê Netewên Yekgirtî, Stefan Ducarîk, îro di civîneke çapemeniyê de got: Li gorî pêşbîniyên me, îsal zêdetirî 700 hezar zarokên di bin pênc saliyê de li Sûdanê dê tûşî bedxwariniya giran bibin.
Vî rayedarê Netewên Yekbûyî herwiha got ku gelek zarokên sûdanî bi rojan bi dayikên xwe re dimeşin da ku stargeh û xwarinê peyda bikin, bêyî ku pêdiviyên berayî yên jîyanê hebin.