Hinardekirina gaza Rûsiyê bi rêya Ukraynê hat rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352744-hinardekirina_gaza_rûsiyê_bi_rêya_ukraynê_hat_rawestandin
Hinartina gaza xwezayî ya Rûsiyê ji sietên destpêkê yên sala 2025an ve hat rawestandin.
(last modified 2025-01-01T12:04:22+00:00 )
Çile 01, 2025 15:27 Asia/Tehran
  • Hinardekirina gaza Rûsiyê bi rêya Ukraynê hat rawestandin

Hinartina gaza xwezayî ya Rûsiyê ji sietên destpêkê yên sala 2025an ve hat rawestandin.

Lê Rûsiye hinartina gazê hîna ji rêya xeta boriya Turk Stream ku ji Deryaya Reş re derbas dibe, didomîne. Qutkirina tranzîta gaza Rûsiyê di salê de 800 milyon dolarî zirarê dighîne Ukraynê û şîrketa hikûmî ya Gazprom jî nêzî 5 milyar dolar derhata firotina  gazê ji dest dide. Di eynî demê de yek ji berdevkên Komîsyona Ewropayê bandora qutkirina hinartina gaza Rûsiyê ji rêya Ukraynê  ne giring nirxand û got ku Yekîtiya Ewropayê ji bo vê bûyerê amade bûye.