Çînê alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Taywanê karek bi şerûtî da zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352633-Çînê_alîkariyên_leşkerî_yên_amerîkayê_bo_taywanê_karek_bi_şerûtî_da_zanîn
Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê wek berteka li hember pejirandina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Taywanê, ev karê Waşîngtonê neberpirsane û bi şerûtî da zanîn.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 24, 2024 15:20 Asia/Tehran
  • Çînê alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Taywanê karek bi şerûtî da zanîn

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê wek berteka li hember pejirandina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Taywanê, ev karê Waşîngtonê neberpirsane û bi şerûtî da zanîn.

Wû Çiyan got: Alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bi bihaya zêde ji 570 mîlyon Dolaran bo Taywanê, wê ti alîkariyek li aştî û istiqrara li navçê neke. Berdevkê wezareta berevaniya Çînê ev karê Amerîkayê wek destwerdana aşkera ya li karûbarên navxweyî yên Çînê wesif kir û got: Amerîka bi vî karî peyameka şaş daye cidatîxwezên Taywanê û bi awayeka cidî derbe li aştî û istiqrara tengava Taywanê xistiye.

Wezareta karên derve ya Çînê jî ji Amerîkayê xwest biçekirina Taywanê bide sekinandin û liv û tevgerên xeternak ku aştî û aramiya li Tengava Taywanê lawaz dikin, bide sekinandin.