Pizişkên Sînornenas: Israyîlê ramalîna etnîkî li Xezzeyê pêk anîye
Koma Pizişkên Sînornenas di nûtirîn rapora xwe da ragihand ku Rejîma Sîyonîst di çarçova şerê dijî Xezzeyê da bi aşkirayî ramalîna etnîkî pêk anîye.
Koma Pizişkên Sînornenas di nûtirîn rapora xwe da ragihand kuşerê ku li gorî raporên Wezareta Tenduristîya Filistînê li Xezzeyê di encamê da zêde ji 44 hezar filistînî hatine şehîdkirin û zêde ji sedî 90ê niştecîyên Xezzeyê jî aware bûne, zîyanên usa di laş û rewanê merivan da pêk anîye ku her pergaleke tenduristîyê ya kêrhatî ji kar dixe.
Koma Pizişkên Sînornenas, Rejîma Sîyonîst sebebkarê rewşa nayê tamulkirin a li Xezzeyê zanî û ragihand ku Tel Avîv wek bersiva hibmerî êrişên Hemasê yên di 7ê Cotmehê da, hemî niştecîyan dide ber bombeyan û di 14 mehan da siuvîl û binesazîyên pêwîst ên sivîl li Xezzeyê ji nav birîye.