Pûtîn: Welatên rojavayî, Rûsiyê ber bi hêla sor ve dikşînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352518-pûtîn_welatên_rojavayî_rûsiyê_ber_bi_hêla_sor_ve_dikşînin
Serokkomarê Rûsiyê bal kişand ser liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê û welatên din ên endamên NATOyê li cîhanê û got:Welatên rojavayî, Rûsiyê ber bi hêla sor ve dikşînin û Moskowa niakre bersiva vê nêrîna wan nede.
(last modified 2024-12-16T11:22:10+00:00 )
Kanûn 16, 2024 14:45 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Welatên rojavayî, Rûsiyê ber bi hêla sor ve dikşînin

Serokkomarê Rûsiyê bal kişand ser liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê û welatên din ên endamên NATOyê li cîhanê û got:Welatên rojavayî, Rûsiyê ber bi hêla sor ve dikşînin û Moskowa niakre bersiva vê nêrîna wan nede.

Vladimîr Pûtîn îro li civînekê bi fermandên  leşkerî  li Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê re  got: Li Rojava wan bi hinceta gefxwarina efsaneyî ya Rûsiyê rehet xelkê xwe bi vê îdiaya nerast ditirsînin ku Rûsya dixwaze êrişî wan bike.Wî got ku  Amerîka  û welatên rojavayî li dijî Rûsiyê şerên çendalî  bi rê dixin û di vê rewşê de em ê paşde venekişin û  bersivê bidin. 

Pûtîn rewşa leşkerî-siyasî ya cîhanê bi îstîqrar wesif kir û got: Potansiyela pevçûnan li hejmarek ji herêmên cîhanê zêde ye.Li Rojhilata Navîn rijandina xwînê didome. Wî got eger Amerîka dest bi  istiqrara  mûşekên  navîn menzîl bike, Emê astengiyên xwebexşane li ser îstiqrara van mûşekan betal bikin

Serokkomarê Rûsiyê  got ku kiryara Amerîkayê ya li dijî şandina şervan û şêwirmendan bo Ukraynê dibe ku şer gurtir bike û NATO jî hebûna xwe ya li Asiya û Oqyanûsiyê( Pasîfîkê) zêde dike.