Pûtîn: Welatên rojavayî, Rûsiyê ber bi hêla sor ve dikşînin
Serokkomarê Rûsiyê bal kişand ser liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê û welatên din ên endamên NATOyê li cîhanê û got:Welatên rojavayî, Rûsiyê ber bi hêla sor ve dikşînin û Moskowa niakre bersiva vê nêrîna wan nede.
Vladimîr Pûtîn îro li civînekê bi fermandên leşkerî li Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê re got: Li Rojava wan bi hinceta gefxwarina efsaneyî ya Rûsiyê rehet xelkê xwe bi vê îdiaya nerast ditirsînin ku Rûsya dixwaze êrişî wan bike.Wî got ku Amerîka û welatên rojavayî li dijî Rûsiyê şerên çendalî bi rê dixin û di vê rewşê de em ê paşde venekişin û bersivê bidin.
Pûtîn rewşa leşkerî-siyasî ya cîhanê bi îstîqrar wesif kir û got: Potansiyela pevçûnan li hejmarek ji herêmên cîhanê zêde ye.Li Rojhilata Navîn rijandina xwînê didome. Wî got eger Amerîka dest bi istiqrara mûşekên navîn menzîl bike, Emê astengiyên xwebexşane li ser îstiqrara van mûşekan betal bikin
Serokkomarê Rûsiyê got ku kiryara Amerîkayê ya li dijî şandina şervan û şêwirmendan bo Ukraynê dibe ku şer gurtir bike û NATO jî hebûna xwe ya li Asiya û Oqyanûsiyê( Pasîfîkê) zêde dike.