Şermezarkirina cinayetên Israyîlê ji hêla welatên firoşerê gazê va
Welatên endamê Civata Welatên Firoşerê Gazê (GJSF) cinayetên rejîma jînosaydker a Israyîlê şermezar kirin.
Serokê Beşa Navdewletî û Bazirganîyê ya Wezareta Niftê ya Îranê li rex dewra 26an a civîna wezîrên welatên firoşerê gazê li Têhranê dîyar kir ku Welatên endamê Civata Firoşerê Gazê (GJSF) cinayetên rejîma jînosaydker a Israyîlê şermezar kirin.
Seyîd Elî- Mihemed Mûsewî herwiah got: Endamên vê civatê zêdetir hez dikin behsa pêşxistin û berfirekirina hevkarîyên di warê pêşeya gazê da bikin, lê li ser şermezarkirina êrişên Rejîma Sîyonîst ji bo qirrkirina gelê mezlûm ê Filistînê li Zîvala Xezzeyê hevdeng in.
Mûsewî herwiha amajeyî pêgirîya welatên endamên Civata Firoşerê Gazê ser xurtkirina hevkarîyên di warê pêşeya gazê da kir û got: Pirranîya basên di vê civînê da li ser enerjîya pak û bikaranîna teknolojîyên nû bûn. Sedî 70ê yê gaza zimhêr, sedî 40 derxistina gazê û sedî 47ê hinardekirina gazê ya bi rêya borrîyê û sedî 51ê hinardekirina LNGyê di destê welatên endamê Civata Firoşerên Gazê da ye.