Pêhişyariya UNRWA`yê li ser qeyrana Xezzê
Karbidestên Ajansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina kar ji bo awareyên filistînî ya Neteweyên Yekgirtî(UNRWA) di raportên xwe yên dawî de rewşa niştecihên Xezzê gelek bi karesat û nebaş dane zanîn û bêdengîya civaka navnetewî di vî warî de rexne kirin.
Loyîs Watêrîç ku yek ji berpirsên payebilind ê UNRWA`yê ye, hişyarî da ku rewşa niştecihên Xezzê gelekî xemgîn û bikaresat e û destnîşan kir ku niştecihên mayî yên li bajarê Xezzê, Ji ber nebûna sitargehên bi qasî têrê, neçar mane ku di avahiyan ku hatine bombebarankirin yan di bin perçe û çarşefên plastîk û petûyan de bijîn û gelek kêm alîkarî û alavên alîkariyê mane. Ji aliyê din ve UNRWA`yê ragihand ku Rejîma Siyonîst pêşiya 82 hewildanên me û 9 hewildanên NY bo gihandina alîkariyan bo bakûrê Xezzê girtiye û şert û mercên jiyanê ji bo nêzîkî 65 heta 75 hezar kesî ku tê texmînkirin li bakurê Zîvala Xezzê da mane, her ku diçe kêm dibin.
Serkomîserê UNRWA`yê, Fîlîp Lazarînî jî ragihand ku zivistana li Xezzeyê tê wê wateyê ku ji ber sermayê gelek kes wê bimirin. Wî her wiha got: Hewa sar dibe û baran destpê dike û ti stargeh, petû û cil û bergên germ tinene ku mirov hinekî bêhna xwe bigirin, û zivistana li Xezzê tê wê wateyê ku mirov ne tenê ji ber êrîşên esmanî, nexweşî û birçîna neimirin, belke serma jî yê bandorê li jiyana mirovan bike, Ji ber vê yekê dema agirbesê û şandina alîkariyên bingehîn ji wan pêwîstiyên girêdayî demsala sermayê, gihîştiye. Hema di vê çarçoveyê da Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan jî pêgîrî kiriye ku Rejîma Siyonîst koçberkirina bi darê zorê û birçîtiyê wekî çeka şêrr li ZÎvala Xezzê bi kar tîne.