Beşdariya bi coş a xelkê Broniyê li meşa piştgiriya ji Filistînê
Mijdar 27, 2024 18:36 Asia/Tehran
Duyemîn meşa piştgiriya ji doza Filistînê bi beşdariya zêde ji pênc hezar kesî ji wan balyozê Komara Îslamî ya Îranê, hejmarek ji dîplomatan û welatiyên Broniyê li paytexta vî welatî li başûrê rojhilata Asyayê hat lidarxistin.
Duyemîn meşa hevgirtina bi filistîniyan re bi amadebûna zêdetir ji pênc hezar kesî li bendera Serî Begawan a paytexta Broniyê hat lidarxistin. Beşdarên vê meşê bi tekeziya ser hevgirtina cîhanî bi Filistînê re peyama hêvî, yekitî û hevxemiyê bo gelê Filistînê şandin.
Birêxerên vê bûyerê kêfxweşiya xwe ji beşdariya berfireh a xelkê nîşan dan û gotin: Beşdariya îro nîşana berpirsiyarbûna civaka me ji bo hevgirtinê bi Filistînê re ye û k û dîtina vê girseya gel ku jibo vê armanca giring civiyane morelê dide mirov.