Sênatorê amerîkî li ser hevkarîya welatê xwe bi kiryarên hovane yên Îsraîlê re ji xwe mukur hat
Sênatorê serbixwe yê Amerîkayê ji xwe mukur hat ku hikûmeta vî welatî li cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê bi vê rejîma re hevkarî kiriye û got: Divê hevkarîya Amerîkayê bi cinayetên Îsraîlê li Xezzê bi dawî bibe.
Bêrnî Sendêrz got: Dilreqî û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê û kuştina bi hezaran sivîlan û bombebarankirina binesaziyên sivîl li vê navçeyê hemû bi bacên welatiyên Amerîkayê û çekên ku vî welatî çêkirine, pêk tên. Wî got: Divê hikûmet dawiyê li hevkarîya xwe bi Îsraîlê re bîne.
Vî senatorê amerîkî herwisa got: Di halekî da ku Netewên Yekgirtî, beşeke mezin ji civaka cîhanî û her rêkxistineke mafên mirovan a li Xezzê, piştrast kirine ku Îsraîl bi eşkere, qanûnên navnetewî binpê dike, lewma divê firotina her cure çekan bo Israîlê were rawestandin.
Wî got ku welatî û siyasetmedarên amerîkî şirîkê dilreqî û cinayetên bixof û neqanûnî yên Îsraîlê ne.