Bangewazîya Yekitîya Cîhanî ya Alimên Misilman ji bo piştgirîya ji niştecihên Xezzeyê
Serokê Yekitîya Cîhaîn ya Alimên Misilman xwest ku misilman piştgirîyê bidin gelê Filistînê û berxwedana vî gelî li Zîvala Xezzeyê.
Mamosta Elî Qeredagî serokê Yekitîya Cîhaîn ya Alimên Misilman got: Sond bi Xwedê ji ber wehşet û tirsa di encama tişta ku bi awayekî giştî tê serê birayên me li Xezzeyê û bi awayekî taybet li Cibalîyayê, dil pirtî pirtî dibin û ricaf dikeve bedena me; xwûşk û birayên min li cîhana islamê ka camêrtîya islamî ya we li ku ye? Îmana we li ku ye? Gelî misilmana hûn li ku ne û dê heta kînga himberî tişta ku li Xezzeyê derbas dibe, sebir bikin?
Qeredagî herwiha got: Birayên me li Xezzeyê erka xwe pêk anîn, lê me qusûrî kir, ez ji misilmana dixwazim berî ku hemî birayên we bên kuştin, an warê wan were dagirkirin an jî ew neçar bibin ji mal û warê xwe koç bikin, werin meydanê û karekî bikin. Em çaverê ne ku hûn alîkarîya niştecihên Xezzeyê bikin.