Hişyariya derbarê bobelatên ji ber guherîna av û hewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352100-hişyariya_derbarê_bobelatên_ji_ber_guherîna_av_û_hewayê
Sekreterê Giştî yê NY di civîna guherîna av û hewayê de hişyarî da rêberên cîhanê ku jibo girtina pêşiya bobelatên însanî yên di encama guherîna av û hewayê de,pêngavên pêdivî hilînin neku dê mirovahî berdêla wê bide.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Tesrîn 12, 2024 13:41 Asia/Tehran
  • Hişyariya derbarê bobelatên ji ber guherîna av û hewayê

Sekreterê Giştî yê NY di civîna guherîna av û hewayê de hişyarî da rêberên cîhanê ku jibo girtina pêşiya bobelatên însanî yên di encama guherîna av û hewayê de,pêngavên pêdivî hilînin neku dê mirovahî berdêla wê bide.

 Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY îro di  civîna  av û hewayê ya nasiyar bi COP29 de hişyarî da rêberên cîhanê ku  jibo girtina pêşiya bobelatên însanî yên di encama guherîna av û hewayê de pere xerc bikin neku mirovahî  dê berdêla vê yekê bide.

Gotêrêş got: Ji bo kêmkirina bandorên xirab ên gerimbûna  rûbarê erdê êdî dem namîne. Civîna salane ya guherîna av û hewayê  bi amadebûna nûnerên 200 welatan li Komara Azerbaycanê tê lidarxistin û mêhwera muzakirên îsal komkirina bi sedan milyar dolaran  ji bo sermayeguzarîya di bikaranîna çavkaniyên enerjiya kesk li cîhanê û kêmkirina  zirara av û hewayê ji ber belavbûna gazên kerbonê ye