Mijdar 11, 2024 19:45 Asia/Tehran
  • Yekitiya Ewropayê tu biryareke wê jibo şandina leşkeran bo UKraynê tine

Berdevka Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê tekez kir, ku Yekîtiya Ewropayê ti biryareke wê derbarê şandina leşkeran bo Ukraynê ji bo beşdariya di şêr de tineye.

 Pîtêr Êstano got: Hîna YE yê derbarê bicihbûna leşkerên Yekîtiya Ewropayê li meydana şerê Ukraynê tu biryarek nedaye.Eva di halekî de ye ku welatên rojava ji destpêka operasyonên leşkerî yên taybetî artêşa Rûsiyê li sibata  2022an ve li Ukraynê, proseya şandina alîkariyên leşkerî û darayî bo Kiyêvê girtine ber xwe û ew berfirehtir kirine.

Rûsiyê bi caran ragihandiye ku siyaseta rojava jibo şandina alîkariyên çek û sîlehî bo Ukraynê, proseya çareserkirina şêr rastî pirsgirêkê  kiriye û  tê wateya destwerdana rasterast a  endamên NATOyê li vî şerî.

Serepeyv