Jînosayda li Xezeyê dawiya pergala cîhanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i351818-jînosayda_li_xezeyê_dawiya_pergala_cîhanî
Raportera NY di beşa Mafên Mirovan li erdên dagirbûyî yên Filistînê bal kişand ser piştgiriya welatên rojavayî ji cinayetên Rejîma Siyonîst û şerê jînosaydê ya vê rejîmê li zîvala Xezeyê, dawiya pergal û rêkûpêkiya cîhanî da zanîn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 21, 2024 12:50 Asia/Tehran

Raportera NY di beşa Mafên Mirovan li erdên dagirbûyî yên Filistînê bal kişand ser piştgiriya welatên rojavayî ji cinayetên Rejîma Siyonîst û şerê jînosaydê ya vê rejîmê li zîvala Xezeyê, dawiya pergal û rêkûpêkiya cîhanî da zanîn.

 Françêska Albanîzê got: Îsraîlê bi piştgiriya giştalî ya welatên rojavayî, li Xezeyê jînsaydek hovane kiriye û her roj filistîniyên zêdetir dike gorrî. Albanîz bal kişand ser wê yekê ku jînosayd cinayeteke mezin e û got:Rûyê rastîn ê rêkêpêkiya cîhanî li komeke kolonyalîst ya welatên rojavayî de xwe nîşan da ku her tim piştgiriya Îsraîlê dike û îdia dike ku ev mijar weke berevaniya li xwe ye di halekê de ku qet wisa nîne. Îsaîlê dest bi gorrîkirin û kuştina filistîniyan dike û tişta ku em dibînin kuştina zarkên Xezeyê li nav kolanan û agirberdana konên filistîniyan e.