Rexneya Çînê ji siyasetên Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i351430-rexneya_Çînê_ji_siyasetên_amerîkayê
Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê got: Divê Amerîka desta ji lawazkirin û kontrolkirina welatên dinê ser navê ewlehiya xwe ya netewî berde.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Îlon 24, 2024 16:50 Asia/Tehran
  • Rexneya Çînê ji siyasetên Amerîkayê

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê got: Divê Amerîka desta ji lawazkirin û kontrolkirina welatên dinê ser navê ewlehiya xwe ya netewî berde.

Lîn Ciyan, ragihand: Divê Amerîka desta ji pêkutiya di warê pêşîlêgirtina Çînê da berde û xwe ji bikaranîna welatan wek darê destan dûr ragire.Berdevkêî wezareta karên derve ya Çînê berdewam kir: Karên cihêkarane yên Amerîkayê ji bo hedefgirtina kompanî û berhemên taybet ên hinek ji welatan, nirxên berayî yên Saziya Bazirganiya Cîhanî binpê dikin, bazirganî û sermayedanîna navnetewî aloz dikin, zincîreyên pîşeyî û dabînkirina cîhanî bêistiqrar dikin û di dawiyê da berjewendiyên Amerîkayê bixwe lawaz dikin.Lîn Ciyan herwiha got: Karê ku divê Amerîka bike eva ye ku ser navê ewlehiya netewî desta ji lawazkirin û kontrolkirina welatên dinê berde û rewşeka bazirganiyê ya serbest û adilane, zelal û bêyî cihêkarî ji bo kompaniyên hemû welatan pêk bîne.