Îlon 10, 2024 17:38 Asia/Tehran
  • Bernameya cîhanî ya Xwarinê derbarê birçîtiya li zîvala Xezeyê hişyarî da

Bernameya cîhanî ya Xwarinê derbarê birçîbûna xelkê Xezeyê hişyarî da û teqez kir ku zêdetirî sedî 90 ê xelkê hewcedarê alîkariyên xwarinê ne.

Bernameya cîhanî ya Xwarinê tekez kir ku me soz daye  alîkariyan bighînin destê hewcedarên Zîvala Xezeyê, lê fermanên  jibo valakirinê ji aliyê  artêşa Israîlî li navçeyên curbicur ên Xezeyê rêhewildanên me asteng dikin û eva di demekê de ye ku pêwîstiyên  jibo xwarinê li Xezeyê her ku diçe zêde dibin.

Vê rêxistina mirovheziyê her wiha  got:  Me hewcetî bi agirbeseke demdirêj heye ku aştiyeke mayînde pêk bîne daku em bikarin erkên xwe li Xezeyê cih bînin. Mirina ji ber  birçîbûnê tenê mînakek ji zilma hovane ya ku dagîrkeran li zarokên Xezeyê kirine.

Di saya berdewamiya êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst li dijî Xezeyê, welatî ji kêmbûna ava vexwarinê  îza dibin  û ev pirsgirêk bûye sedem ku ji bo bidestxistina ava vexwarinê li cihên cuda kom bibin.

UNRWA-yê herwiha ragihand ku hêzên Rejîma dagirker a Siyonîst karwaneke  ser bi NY ku ji bo lêdana derziyê felcbûnê li Xezeyê amade bû, rawestandin û xebatkarên wê  desteser kirin.

Ev yek di halekê de ye ku hemahengiyên pêwîst ji bo çûna vê karwanê bo devera navborî hatibû kirin.

Serepeyv