NY daxwaza rawestandina şer li Zîvala Xezeyê kir
Tebax 16, 2024 08:01 Asia/Tehran
Komîsêrê Bilind ê Mafên Mirovan a NY zêdebûna hejmara kesê kuştî li şerê dijî Xezeyê weke xala werçerxanê ya bi xof da zanîn.
Volkêr Turk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY roja Pêncşemê bal kişand ser zêdebûna hejmara şehîdên şerê Xezeyê ji bo zêdetirî 40 hezar kesan û got:
îro xala werçerxanê ya tal e ji bo cîhanê. Ev rewşa seyr, pirtir ji ber işkestên berdewam ên artêşa Îsraîlê di parastina qanûnên şer e.
Rayedarê pilebilind ê NY destnîşan kir:
Di halkeê ku cîhan fikir dike nikare pêşiya komkujiya xelkê bêguneh ê Filistînê bigre ji hemû aliyan dixweze ku agirbesa demlidest qebûl bikin, çekên xwe danên erdê û bo hetahetayê komkujiyê rawestînin.