Tebax 14, 2024 10:03 Asia/Tehran
  • Navenda Mafên Mirovan: 2 hezar û 100 zarokên sawa li Xezeyê hatine kuştin

Navenda nasiyar bi Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Medîterranê Sêşemê şevê di raporekê de derbarê şehîdbûna 2 hezar û 100 zarokên sawa di encama destdirêjiya leşkerî ya Rejîam Siyonîst ser Xezeyê agahî da.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Medîteraneyê ragihand ku di 10 mehên borî de 17 hezar zarok şehîd bûne . Li gor vê raporê,Rejîma Siyonîst  2 hezar û 100 zarokên şîrxor ên filistînî şehî kirine û hejmara zarokên ku şehîd bûne di dîroka  şerê hevçerx de  bi xof û bêmînak bûye. Di berdewamiay  vê raporê de hatiye ku êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê nîşana şêwazeke bi talûke nebûna  reftarên însanî bi xelkê Filistînê li zîvala Xezeyê ye ku bi qest û bi armanc û berfireh tê kirin.

Çavdêrl Mafên Mirovan ya Ewropî-Medîterane her wiha gotiye: Zarokên Xezeyê  ji her cure piştgiriya ku mafên navneteweyî misoger dike bêpar in

 û wan ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in. Her wiha  sedî 70 yê mal û binesaziyên zîvaal Xezeyê di encaam vî şerî de kavil bûne  û dorpêçkirina  hovane û qeyrana mirovî ya dijwar, li gel birçîbûna bêmînak jiyana şêniyên vê herêmê dixe metirsiyê.

 

Serepeyv