Tebax 11, 2024 21:36 Asia/Tehran
  • Îrlendê daxwaza venihêrîna li hevhatinameya hevkariyê ya YE bi Rejîma Siyonîst re kir

Serokwezîrê Îrlendê li dû binpêkirina berdewam a mafên mirovan li Zîvala Xezzê û hemû navçeyên filistînî, roja Yekşemiyê Di daxuyaniyekî da ji YE`yê xwest li ser hevhatinameya hevkariya bi Rejîma Siyonîst re venihêrînê bike.

Saymon Herîs, di daxuyaniyekî da pêgîrî kir, zêde ji sedî 80`ê Xezzê ketiye ber fermanên valakirinê û hejmara kamiyonên hilgirê alîkariyên mirovdostane ku derbasî Xezzê dibin, nîvî bûye û di du mehên derbasbûyî da gihîştiye kêmtir ji 80 kamiyonan di rojê da.Serokwezîrê Îrlendê di dewamê da ragihand: Filistînî hîna di dibistanan dikevin ber êrişan, li dû sitargehan in, em hemû ji ber cinayetên curbicur ên cengê ku Îsraîlê li Xezzê cih anîne û ti gumanek li ser wan tineye, dilnîgeran in.Wî herwiha pêgîrî kir: Nabe kesek ji cezakirinê bireve û divê sebebkarên van cinayetan werin cezakirin. Herîs herwiha got: Cîhan bereberê kêliyeka bidehşet e û tevî viya hemû rêkar ji bo sekinandina şidetê nayên bikaranîn. Vî rayedarê îrlendî di dawiyê da jî daxwaza venihêrîna lezgîn a di hevhatinameya hevkariyê ya di navbera YE`yê û Rejîma Siyonîst da kir.

Serepeyv