Hişyariya UNICEFê derbarê berfirebûna şer li navçeyê û bandora wê ser zarokan
Tebax 08, 2024 17:48 Asia/Tehran
Sindûqa Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) derbarê berfirehbûna şer li herêmê û bandora wê ser zarokan hişyarî da.
Sindûqa Alîkariya Zarokan aNY (UNICEF)bal kişand ser rewşa xirab a zarokan li Zîvala Xezeyê û ragihand ku zarok li gelek welatên rojava Asyayê îro ji her demê zêdetir bi rastîya tal a şer ,rû bi rû ne.UNICEF'ê bi ragehandina vê yekê ku her cure berfirehbûna aloziyê li herêma Rojavayê Asyayê encamên mirovî yên xirab hene ku jiyana zarokan dixe xeterê û teqez kir ku divê hemû alî demlidest bona piştgiriya sivîlan ser hemdê xwe bin û bertekê nîşan bidin.
Pêştir Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî daxwaza şandina zêdetirî milyonek derziyên feleca zarokan bo zîvala Xezeyê kiribû.