Gotêrêş:Rewşa Xezeyê serşoriyeke jibo giştan/ Ti ciheke ewle tine
Tîrmeh 18, 2024 07:45 Asia/Tehran
Sekreterê Giştî yê NY di civîna Konseya Ewlegiyê de got:Rewşa zîvala Xezeyê weke serşoriyeke exlaqî ibo me giştan e.
Antonyo Gotêrêş di civîna Konseya Ewlehiyê derbarê rewşa Zîvala Xezeyê ku bi serokatiya Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sergey Lavrov hat lidarxistin, di peyamekê de ji aliyê cîgirê wî Kortnay Ratray ve hat xwendin û amaje bi wê yekê hatiye kirin ku tevî bikaranîna xala 99ê ya ya manîfesta NY di Kanûna sala 2023`an rewşa qeyranî li Zîvala Xezeyê yê di mehên dawî de xirabtir bûye û got: mekanîzma şandin û belavkirina alîkariyên mirovî li Xezeyê di ahlê têkçûê ye.
Sekreterê Giştî yê NY di vê peyamê de herwiha eşkere kir ku bajarê Refehê li zîvala Xezeyê bûye kavil û wêranî û ti cihek li Xezeyê ewleh nemaye.