Hitmala paşdevekişyana Baydên ji berbijariya hilbijartinên serokkomariyê zêde bûye
Hevgavê zêdebûna zextên endamên Partiya Demokrat ji bo paşdevekişyana Co Baydên serokomarê Amerîkayê ji hilbijartinên serokomariya sala 2024`an, medyayeke Amerîkayê hitimala paşdevekişîna Badên ji hilbijartinanxist rojevê.
Malpera nûçeyan a El-Cezîre vê sibê ji zarê CNNê ragihand ku berpirsekî Partiya Demokrat gotiye ku Baydên ji me derbarê şansê serktina Kamal Herîs, alîkara Baydên di hilbijartinan de pirs kiriye.
Vê çavkaniyê ji CNN re gotiye ku wisa tê xûtyanê ku Baydên ji berê zêdetir di hizra paşdevekişîna ji hilbijartinên pêşber e.
Baydên di yekem dîbêyt û gengeşeya ku bi Donald Trump re, ku di 8ê Tîrmehê de hate lidarxistinm hebû, zimanê wî hat girtin, pir rawestiya û nekarî di tevahiya dîbêytê de de ramanên xwe bi zelalî bixe rojevê.
Piştî wê jî şik û gumanên li ser şiyana wî ya derûnî û fîzîkî ji bo berdewamkirina hevrikiya di hilbijartinan zêde bû û heta niha hejmareke zêde ji endamên Partiya Demokrat li Kongreya Amerîkayê daxwaza bidawîanîna herikiya hilbijartinê ya Baydên û vekişîna wî ji hevrikiya digel Trump kirine. .