Xwepêşandana xwendekarên Bruksêlê ji bo hevgirtina bi xelkê Xezeyê re
Hezîran 08, 2024 10:32 Asia/Tehran
Xwendekarên zanîngehên Bruksêlê li Belçîkayê duh Îniyê xwenîşandanek bona şermezarkirina êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê li dar xistin.
Xwendekarên Belçîkê li xwenîşandana zanîngeha azad a Brûksêlê beşdar bûn û hin diruşm jibo şermezarkirina Rejîma Siyonîst û azadiya Filistînê avêtin.
Polîsan ji bo ku nehêlin xwendekar derbasî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Brukselê bibin, derdora zanîngehê dorpêç kirin.Xwendekarên Belçîkî di halekî ku xwe digîhandin derveyî zanîngehê bi dirûşmeyan û bi bilindkirina ala û benêran û girêdana kofiyên filistîniyan êrişên siyonîstan ser Xezeyê protesto kirin.