Merasima oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê di nav torên erebî de bi awayekî brfireh hat weşandin
Tor û medyayê Erebî ji sibeha îro çarşemê ve bi awayekî rasterast beşdariya girseyî ya gelê Îrana Îslamî di merasima oxirkirina termên şehîd Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reyîsî û hevrêyên wî de cih weşandine.
Kanalên El-Cezîre û El-Cezîre Mubaşir ji serê sibeha îro ve rasterast meşa gel a ber bi merasima oxirkirian termên şehîdên Xizmetguzariyê li zanîngeha Tehranê nîşan dan.
Tora El-Neceba ya Iraqê jî vê sibê dest bi rûmalkirina merasîma oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê kir û tekezî li ser beşdariya girseya xelkê Tehranê di vê merasimê de kir ku tora El-Mesîre ya Yemenê jî bi berdewamî merasima merasima xatirxwestina xelkê bi serokkomarê xwe yê xweştivî û ehvêyên wî yên emegdar li zanîngeha Tehranê û kolanên derdorê nîşan dide.Kanala Filistîn El-Yewmê, beşa zimanê Erebî ya kenala France 24, Televîzyona El-Mayadîn û kanala El-Mênar Libnanî jî bi nîşandana rasterast a oxirkirina termê şehîdan û beşdarbûna xelkê û girseya gel a li qadan û metroya Tehranê, xweştivîbûna serokomarê şehîd û hevriyên wî yên şehîd belav kir. Tora "El Hudes" a Erebistana Siûdî herwiha merasima oxirkirin û xatirxwestina tev şehîd Ayetullah Reîsî, serokomarê gelanî û hevalên wî yên şehîd rasterast û hûrgiliyên derbarê definkirina van ezîzan belav kir.