Dilnigeraniya UNICEFê ji operasyona Rejîma Siyonîst li Refehê
Sindûqa Alîkariya bo Zarokan a NY (UNICEF) li daxûyaniyekê nîgeraniya xwe derbarê hitmala operasyona bejayî ya Rejîma Siyonîst li Refehê li başûrê Xezeyê nîşan da.
UNICEFê bang ji aliyên têkildar kiriye ku demildest dev ji şîdeta leşkerî li parêzgeha Refehê ya Xezayê berdin cihê ku zêdetirî 600 hezar zarok û malbatên wan aware bûne.
UNICEF herwiha got: Her ku şerê li Refahê zêde dibe, renge bi hezaran kesên din ji ber tundûtûjiyê yan nebûna xizmetguzariyên bingehîn û astengkirina alîkariyên mirovî canê xwe ji dest bidin.
Pêwîstiya me bi nexweşxane, stargeh, bazar û pergalên avê yên mayî yên Xezeyê heye ku xebata xwe berdewam bikin .
Rojnameya siyonîstî ya Yediot Aharonotê ragihand ku artêşa Rejîam Siyonîst berfirehkirina operasiyonên leşkerî ser bajarê Refehê piştrsat kiriye.
Antonto Gotêrêş,Sekreterê Giştî yê NY jî pêştir bal kişand ser vê yekê ku diyar kir ku rewşa Xezeyê her ku diçe xirabtir dibe, careke din bal kişand ser pêwîstiya lezgîn a agirbesê û got: Refeh li ber metirsiyeke cidî de ye.