Pûtîn: Amerîka ber bi jinavçûnê ve diçe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i346476-pûtîn_amerîka_ber_bi_jinavçûnê_ve_diçe
Serokkomarê Rûsiyê got: Kiryarên neçê yên Amerîkayê li hember Rûsye û welatên din dê encamên berevajî bi xwe re bîne.
(last modified 2024-02-10T01:54:55+00:00 )
Sibat 10, 2024 05:23 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Amerîka ber bi jinavçûnê ve diçe

Serokkomarê Rûsiyê got: Kiryarên neçê yên Amerîkayê li hember Rûsye û welatên din dê encamên berevajî bi xwe re bîne.

Viladimîr Pûtîn got: Kişandina Rûsiyê nav şerekî cîhanî, karekî nemaqûl e. ev yek hemû mirovahiyê dixe ber xopanê.Yek ji şaştiyên herî mezin ên stratejîk ên serkirdayetiya siyasî ya Amerîkayê, bikaranîna dolarê weke amûreke şerê siyaseta derve ye.Serokkomarê Rûsiyê her wiah got:

Tevî hemû boykot û sînoran, par Rûsiye bû yekemîn aboriya Ewropayê û eva nîşan dide ku amûrên Amerîkayê nekêrhatî ne.

welatên  endamê BRICSê bi lez û bez  di halê pşketinê ne û bêguman ev prose dê berdewam be.

Serokkomarê Rûsiyê tekez kir: Hinek agahiyên me hene ku Amerîka piştevaniya terorîstan li Rûsiyê dike û wan weke dijber bi nav dike, ti pêwîstî bi hebûna Amerîkayê di şerê Ukraynê de nîne. Baştir e ku Washington bi Rûsiyê re lihev bike.