UNICEF: Ji destpêka şer ve 20 hezar zarok li Xezeyê ji dayik bûne
Sindûqa Zarokan a NY, UNICEFê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha nêzî 20 hezar zarokên Filistînî li Xezeyê hatine dinyayê.
Sindûqa Zarokan a NY, UNICEFê teqez kir bi hezaran zarokên filistînî li cehnema zîvala Xezeyê ji dayik bûne û diqewime ji ber şert û mercên nebaş ên vê zîvalê gelek zarok canê xwe ji dest bidin.UNICEFê di rapora xwe de diyar kir ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha nêzî 20 hezar zarokên Filistînî li vê zîvalê ji dayik bûne.
Li gorî vê raporê, her 10 xulekek li Zîvala Xezeyê û di bin siya şer de zarokek ji dayîk dibe.
Ji dayîkbûna 20 hezar zarokên filistînî li Xezayê di halekî de ye ku WEzareta Tendrustiyê ya Xezeyê ragihand dio encama êrişên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmehê ve gihîştiye 24 hezar û 762 şehîd û 62 hezar û 108 kes jî birîndar bûne.
Di berdewamiya rapora UNICEFê de hatiye ku pir caran ji ber ku dijwarbûna gihandina alîkariyê, neştergeriya sizaryenê bêyî bêhişkirin têne kirin û hindek caran jî dayîk ji ber tansiyona zêde û nebûna tîma pizîşkî, nikarin bizên û zarokên xwe ji dest didin.