Hişyariya Çînê derbarê xeterên siyasîbûna aboriya cîhanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i345818-hişyariya_Çînê_derbarê_xeterên_siyasîbûna_aboriya_cîhanî
Piştî ku Sindûqa Navdewletî ya Pere (IMF)ê derbarê xetera ducemserîbûna bazirganiya cîhanî de hişyarî da, berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got: Aboriya navneteweyî ji ber siyasîbûnê ber bi aliyeke bêexlaqî û û bêîstiqrar ve diçe ku rê li ber geşatiya cîhanî digre.
(last modified 2024-01-04T09:55:23+00:00 )
Çile 04, 2024 13:08 Asia/Tehran
  • Hişyariya Çînê derbarê xeterên siyasîbûna aboriya cîhanî

Piştî ku Sindûqa Navdewletî ya Pere (IMF)ê derbarê xetera ducemserîbûna bazirganiya cîhanî de hişyarî da, berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got: Aboriya navneteweyî ji ber siyasîbûnê ber bi aliyeke bêexlaqî û û bêîstiqrar ve diçe ku rê li ber geşatiya cîhanî digre.

Wang Wenbin got: Şerê bazirganî, şerê zanist û teknolojiyê, hewldanên ji bo veqetandin an  kêmkirina xeterê, ji xwe siyasîkirina pirsgirêkên aborî û bazirganî ye.Wang Wenbin her wiha got:Ev kiryar ne exlaqî ne û istiqrara wan tineû  di dawiyê de, bandora xirab datîne  ser  berjewendiyên giştî yên civaka navneteweyî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê her wiha got: Çîn hez dike bi hemû aliyan re ji bo piştgirî û teşwîqkirina  cîhanîkirina aboriya giştalî, dijberiya cidî li himber cîhanîkirin û globalîzmê û dijberiya li himber hemî şiklên yekalîşopiyê, hevkariyê bike.Çîn û  Amerîka, du aboriyên  herî mezin ên cîhanê, berê mezintirîn şirîkên bazirganî yên hevdu bûn, lê niha ew hevrikên hev in.