Hişyariya Çînê derbarê xeterên siyasîbûna aboriya cîhanî
Piştî ku Sindûqa Navdewletî ya Pere (IMF)ê derbarê xetera ducemserîbûna bazirganiya cîhanî de hişyarî da, berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got: Aboriya navneteweyî ji ber siyasîbûnê ber bi aliyeke bêexlaqî û û bêîstiqrar ve diçe ku rê li ber geşatiya cîhanî digre.
Wang Wenbin got: Şerê bazirganî, şerê zanist û teknolojiyê, hewldanên ji bo veqetandin an kêmkirina xeterê, ji xwe siyasîkirina pirsgirêkên aborî û bazirganî ye.Wang Wenbin her wiha got:Ev kiryar ne exlaqî ne û istiqrara wan tineû di dawiyê de, bandora xirab datîne ser berjewendiyên giştî yên civaka navneteweyî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê her wiha got: Çîn hez dike bi hemû aliyan re ji bo piştgirî û teşwîqkirina cîhanîkirina aboriya giştalî, dijberiya cidî li himber cîhanîkirin û globalîzmê û dijberiya li himber hemî şiklên yekalîşopiyê, hevkariyê bike.Çîn û Amerîka, du aboriyên herî mezin ên cîhanê, berê mezintirîn şirîkên bazirganî yên hevdu bûn, lê niha ew hevrikên hev in.