Serokkomarê Tacîkistanê diçe Rûsyayê
Kanûn 21, 2023 14:15 Asia/Tehran
Serokkomarê Tacîkistanê bi merema beşdariya di civîna nefermî ya serokên welatên serbixwe yên berjewendî-hevpar (Hevsûd) diçe Rûsyayê.
Li gorî rapora Fars News'ê ji Duşenbeyê, Îmam-Elî Rehman Serokkomarê Tacîkistanê bi merema beşdariya di civîna nefermî ya serokên welatên serbixwe yên berjewendî-hevpar (Hevsûd) dê rojên 25 heta 26ê Kanûna 2023an serdana Rûsyayê bike.
Civîna nefermî ya serokên welatên serbixwe yên berjewendî-hevpar (Hevsûd) biryar e ku 26ê Kanûnê bi mazûvanîya Rûsyayê li bajarê Saint Petersburgê were lidarxistin.