Meclîsa nûneran a Amerîkayê dengê erê da istîzaha Joe Biden
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i345358-meclîsa_nûneran_a_amerîkayê_dengê_erê_da_istîzaha_joe_biden
Meclîsa nûneran a Amerîkayê dengê erê da destpêkirina lêkolînên fermî ji bo isstîzaha Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê.
(last modified 2023-12-14T10:16:14+00:00 )
Kanûn 14, 2023 13:42 Asia/Tehran
  • Meclîsa nûneran a Amerîkayê dengê erê da istîzaha Joe Biden

Meclîsa nûneran a Amerîkayê dengê erê da destpêkirina lêkolînên fermî ji bo isstîzaha Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê.

Meclîsa nûneran a Amerîkayê bi 221 dengê erê û 212 dengên na, dengê Erê da vê biryarnameyê.

 

Ev biryarnameya Meclîsa nûneran a Amerîkayê vê pêwîstiyê dide ser ustiyê saziya dadwerîyê û komîteyên çavdêriyê yên Meclîsa nûneran a Amerîkayê ku lêkolînên xwe derbarê dosyeya tawanan ên têkildarî bikaranîna neçê ya Bidden û malbata wî ji cîgeh û bandora xwe ya siyasî di wergirtina bertîlê da vekolînin.

 

Beriya vêya, endamên Meclîsa nûneran a Amerîkayê ji Partiya Komarxwaz nivîsa biryarnameyekê ku bi nûnertiya Armstrang hatibû raberkirin, derbarê dewama lêkolînan bi armanca wêdabirina Joe Biden wweşandin.

 

Mayk Canson Serokê Meclîsa nûneran a Amerîkayê pêştir gotibû ku istîzaha Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê pêwîst e; ji ber ku Koşka Sipî rê li ber lêkolîna li ser wan binpêkirinan tê gotin ji aliyê kesên nêzikî Biden pêk hatine, digire.