Kanûn 07, 2023 10:42 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên alîgirên Filistînê li welatên curbicur

Xwenîşandanên pitgiriya ji xelkê Filistînê li welatên curbicur yên cîhanê hatin lidarxistin.

 

Hejmarek ji alîgirên Felestînê li  Bostona Amerîkayê li ber cihê mîtînga hilbijartinên serokomarê Amerîkayê Joe Biden xwenîşandan kirin û daxwaza pêkanîna agirbesê li Xezeyê kirin.

Xwepêşanderan kiryara Biden ya birêvebirina aloziyên li Rojavayê Asyayê  rexne kirin û  daxwaza zextek zêdetir  jibo  agirbesê kirin.

Bi dehan kes bona protstokirina êrişên Îsraîlê ser zîvala Xezeyê û  piştgiriya  ji Filistînê li Swêdê  jî xwenîşandan kirin.  Xwepêşanderan  bi bilindkirina alayên Filistînê, dirûşmên "Ji Filistînê re azadî" û "Îsraîl siyonîst" avêtin.  Bi sedan kes ji bo piştgiriya  ji gelê Filistînê li kolanên Brukselê meşiyan, beşdarên vê meşa aştiyane bi dirûşmeyên "Fîlîstînê azad bikin "Dawî li komkujiyê bînin" û banga agirbesê li Zîvala Xezeyê kirin.

Li gorî amarên dawî yên  nivîsgeha Ragihandinê ya  Filistînê li Xezeyê, ji destpêka operasyona Bahoza Eqsayê ya 7ê Cotmehê û vir ve hejmara şehîdên Filistînê gihîştiye 16 hezar û 248 kesî

Serepeyv