Teqeziya Gotêrêş ser pêwîstiya rawestandina bi lez a cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî cardinê ser pêwîstiya rawestandina cinayet û êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê û pêkanîna agirbesa mirovî ya bilez li vê zîvalê kir.
Gotêrêş ,sekreterê giştî yê NY tevî teqeziya ser rawestandina bi lez a cinayet û êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê got:
Kiriyara Israîlê derheq êrişa ser 2 dibistanên bin rêveberiya NY li Zîvala Xezeyêdi kêmtirî 24sietên derbasbûyî de gelek cihê dilnigeraniyê ye. Wî got ku divê ewlehiya navendên vê rêxistinê li zîvala Xezeyê bê parastin.Di heman demê de NY ragihand ku piraniya şehîdên Xezeyê jin û zarok pêk tînin.Li gorî raghandina sindûqa nifûsê ya NY (UNFPA), ji destpêka şer ve heta niha li Xezeyê sedî 70ê şehîdan jin û zarok in.UNICEFê di daxuyaniya xwe ya derbarê Xezeyê nivîsî: Jin û zarok heqê jiyanê hene û ew ne hedefên leşkerî ne... hema niha şer rawestînin.