Li Keşmîrê nûçegihanê Sahar TV hat desteserkirin
Sabat Muhammed Hesen, nûçegihanê kanala Urdû ya Saharê, dema ku meşa piştgiriya Filistînê rûmal dikir hat girtin.
Misilmanên Keşmîra Hindistanê ji misilmanên herî çalak di warê piştgiriya ji cîhana Îslamê bi taybet mijara Filistînê ne.
Hema ji i destpêka cinayeta Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezzeyê , xelkê Keşmîrê bi lidarxistina kempêyn û xwenîşandanên piştgiriya ji filistîniyan rabûn ser piyan.
Di van meşan de xelkê Keşmîrê bi bilindkirina alaya Filistînê û şewitandina ala Îsraîlê hin slogan bona qutkirina têkiliyên bi Îsaîlê re avêtin.
Nûçegihanê kanala Urdû ya Seherê ku ji bo amadekirina raporekê tevlî vê meşê bû ku aliyê polîsên Hindistanê ve hat girtin. Polîsê Hindistanê hîn ti şiroveyeke nedaye. Hewldanên ji bo azadkirina Sebet Mihemed Hesen berdewam dikin.