Berdewamiya şerxwaziyên Amerîkayê li Xezzeyê
Di berdewamiya şerxwaziyên Amerîkayê li Xezzeyê, serokê nû yê Civata Nûneran a Amerîkayê roja pêncşemiyê li dijî daxwaziyên jibo agirbesa li Xezzeyê derket.
Mayk Canson serokê nû yê meclisa nûneran a Amerîkayê li dijî agirbesa li Xezzeyê derket û got: Îsraîl ne hewcedarê agirbesê ye. Berdevkê Pentagonê Pat Raydêr îdia kir: Em piştgiriyê nadin agirbeseke ku dema pêwîst dide Hamasê ku hêzêên xwe xurttir bike.
Eva di halekî de ye ku serokkomarê Amerîka, Joe Biden, roja Pêncşemê banga rawestandina şerê Xezzeyê kir, da ku wexteke zêdetir bo derxistina girtiyan pêk were. Di eynî demê de Can Kêrbî hewahengkerê peywendiyên stratejîk ên Koşka Sipî, roja pêncşemiyê bona piştevaniya ji cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezzeyê îdia kir:
Li gor Joe Biden serokomarê Amerîkayê, kiryarên Îsraîlê li Xezzeyê ne binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.
Ji aliyê din ve, Meclisa Nûneran a Amerîkayê vê sibê pêşnûmaya bi hellahella ya alîkariya 14.3 milyar dolarî bo Rejîma Siyonîst pesend kir.
Ev plana ku bi piştgiriya Komarîxwazan hat raberkirin bi 226 dengên erê li hemberî 196 dengên na hat qebûlkirin.
Komarparêzan di plana xwe de alîkariya ji bo Rejîma Siyonîst ji bûdceya alîkariyên ji bo Taywan û Ukraynê cuda kirin da ku ev alîkarî zûtir ji raberî Rejîma Siyonîst bên kirin.
Tevî bangewaziya navneteweyî û biryara Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Rêjîma Siyonîst pabendî cîbicîkirina agirbesta li Gezeyê nabe û li kuştina filistîniyan berdewam e.
Pêşnumaya Komarîxwazan bi milyaran Dolarî alîkariyên leşkerî bo rejîma Israîlê, ji wan çar milyar Dolar bo sîstema gumbeza hesinî ji bo rawestana li himber êrişên mûşekên kinmenzîl û veguhestina hin alavên leşkerî bo vê rejîmê digre ber xwe.