NY: Rewşa Xezzeyê tu carî ewqas xerab nebû
Rirêveberê Ajansa Kar û Alîkariya bo Penaberên Filistînî (UNRWA) Filip Lazarini, Xerabûna rewşa Xezzeyê bêmînak bi nav kir.
Lazarînî bial kişand ser vê yekê ku zarokên filistînî dewsa ku li dibistanê bin û dersê bixwînin, li dû qurtek av û pariyek nan digeriyan.
Lazarini teqez kir: Ev mijar dilê mirovan diêşîne.
Wî bal kişand ser vê yekê ku daxwaza sereke ya gelê Filistînê pêkanîna agirbesê ye û got: Ew dixwazin ev karesat bi dawî bibe.Lazarînî bal kişand ser vê yekê ku pêwîstiyên sereke yên zîvala Xezzeyê bi lez di halê tewabûnê ne û got: UNRWA ji bo xelkê Zîvala Xezzeyê bûye rêya dawîn a jiyanê.Wî bal kişande ser wê yekê ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dê li kêleka xelkê Filistînê bi taybetî penaberên filistînî yên li zîvala Xezzeyê bimîne û destnîşan kir: Wî dîsa bi micidî daxwaza pêkanîna agirbeseke mirovî li Zîvala Xezzeyê kir.