Wezîra Îspanyayî: Îsraîl li Qezeyê di halê jînosaydê ye
Wezîra Mafên Civakî ya Îspanyayê got: Reftara Rejîma Siyonîst li Qezeyê û bêparkirina bi sedan hezar kesî ji av, kareba û xwarinê , weke cinayeta cengê û jînosayda plankirî ye.
Îvan Bilara, Wezîra Mafên Civakî ya Îspanyayê wek berteka li hemberî bûyerên van rojana li Qezeyê got ku Rejîma Siyonîstî dest bi cezakirina komî ya xelkê Gezeyê kiriye.
Wê her wiha got : Îsraîl bi sedan hezar kes bê cereyan, av û xwarek hiştiye û dest bi bombebarana xelkê sivîl dike, ku eva cezayeke komî û binpêkirineke bi talûke ya rêzikên navdewletî ye û dikarin wê wek cinayeta cengê û jenosayddbidin zanîn.
Vê rayedara Îspanî duh jî gotibû: Niştecihên Qezayê bi piştevaniya Amerîka û Ewropayê rastî jînosaydê bûne û divê Benyamin Nêtanyahu ji ber cinayetên cengê radestî dadgeha t navneteweyî ya Laheyê bê kirin.