UNRWA: Av tê wateya jiyanê, lê jiyana li Qezeyê ber bi dawîbûnê ve diçe
Komîserê giştî yê UNRWA-yê derbarê rewşa nalebar a filistîniyên Qezeyê ji ber qutkirina ava wan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hişyarî da û ragihand ku jiyan li Qezeyê ber bi dawîbûnê ve diçe.
Filipê Lazarînî Komîserê Giştî yê Ajansa gîhandina Alîkariyê bo awareyên filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), di civîneke rojnamevaniyê deê de hişyarî da ku ev saziya alîkariyê ya girêdayî bi NY nikare alîkariyê bide sedan hezaran filistîniyên rûniştiyê zîvala Qezeyê.
Lazarîn ku avahiya UNRWA yê li Qudsa dagirkiri diaxivî wiha got:
Hevkaren min yen li Qezeye nikanin alikariya mirovi bidin filistîniyan.
Wî got: Kiryarên UNRWA-yê hizûra herî mezin a NY li Zîvala Qezeyê ye û em li ber têkçûnê ne. Eva heta niha pêşîneya xwe tinebûye.
Vî rayedarê NY hişyarî da ku av û ceyran li Zîvala Qezeyê ber bi dawîbûnê va diçin û bi zûtirkê de dê êdî xwarin û derman jî nemînin.
Lazarînî di derbarê rewşa niha ya filistîniyan de hişyarî da û got:
Em hemû dizanin ku av tê wateya jiyanê. Ava Qezeyê di halê qediyanê de ye û jiyan li Qezeyê wa ji dest diçe.
Rejîma Siyonîst ji çend rojan berî niha ve
Di halê dorpêçkirina zîvala Qezeyê de ye û av û elektrîk û ardûyê xelkê Gezeyê tam qut kiriye û hevgav di halê bombebarana hewayî ya vê navçê de ye.