Necla El-Menqûş ji Stenbolê çû Londonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i343308-necla_el_menqûş_ji_stenbolê_çû_londonê
Mêdyayên Lîbyayê derbarê sefera Necla El-Menqûşê ji Stenbolê bo Londonê agahî dan.
(last modified 2023-08-29T10:05:29+00:00 )
Tebax 29, 2023 13:28 Asia/Tehran
  • Necla El-Menqûş ji Stenbolê çû Londonê

Mêdyayên Lîbyayê derbarê sefera Necla El-Menqûşê ji Stenbolê bo Londonê agahî dan.

Li gorî rapora malpera nûçeyan ya Sema`yê, medyayên Lîbyayê îro ragihandin ku Necla El-Menqûş Wezîra karên derve ya vî welatî ku kar û xebata wê hatiye rawestandin, ji bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ber bi Londona paytexta Ingilistanê ve çû. Rojnameya Bewabe El-Wesat a Lîbyayê ji zarê çavkaniyekê nivîsî ku malbata El-Menqûşê li Îngilîstanê dijîn

El-Menqûş ji Balafirgeha Navdewletî ya Meitiqeyê bi balafira taybet a Hikûmeta Demkî ya Yekitiya Niştimanî çûbû Tirkiyê.

Pêştir jî çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku wezîrên karên derve yên Lîbya û Rejîma Siyonîst heftiya buhurî li Îtalyayê li hev civiyan. Ev nûçe ji aliyê Wezareta Karên Derve ya rejîma dagirker ve hate eşkerekirin.