Gulleavêtin li Fîladêlfiyaya Emerîka, 3 kuştî hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i342128-gulleavêtin_li_fîladêlfiyaya_emerîka_3_kuştî_hene
Polîsê Fîladêlfiyaya Emerîkayê derbarê kuştina 3 kesan di encama gulleavêtina li vî bajarî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2023 12:04 Asia/Tehran
  • Gulleavêtin li Fîladêlfiyaya Emerîka, 3 kuştî hene

Polîsê Fîladêlfiyaya Emerîkayê derbarê kuştina 3 kesan di encama gulleavêtina li vî bajarî agahî da.

 Li gorî gotina polîsê Fîladêlfiyayê ya Emerîkayê, yek ji sê goriyên gulleavêtinê li vî bajarî zarokekî 12 salî ye. 

 Eva heftemîn zarokê li Fîladêlfiyayê ye ku ji dema destpêbûna betlaneyên xwendingehên vî bajarî di heftiya buhurî ber bi wan gulle hatiye avêtin. 

 Ji destpêka sala 2022a"n heta niha herîkêm 57 kes ji ber gulleavêtina li bajarê Fîladêlfiyayê  canê xwe ji dest dane. 

Li gor raporên fermî, nêzîkî 270 heta 300 milyon çek li Emerîkayê hene yanî  li vî welatî bo her kesê çekek heye.