Dijberên Pergala Paşatiyê li Brîtanyayê hatin serkutkirin
Bi dehan dijberên pergala Paşatiyê di roja Tacdanîna Çarlzê Sêyem da li Brîtanyayê hatin desteserkirin.
Çarlzê sêyem kurê mezin ê Melîke Êlîzabêtê duyem roja Şemiyê, 6ê Gulanê taca paşatiya Brîtanyayê danî serê xwe. Ew ji Îlona 2022an va û li pey mirina dayîka xwe di rêûrismekê da wek Paşa hat nasandin, lê lidarxistina rêûrisma Tacdanînê li gorî kevneşopiyekê bo çend mehên din paşda avêt.
Kanala Sky News'ê xerca rêûrisma tacdanîna Paşayê Brîtanyayê 250 miliyon pond, beranberî 314 miliyon dolarî berawird kiriye.
Polîsê Brîtanyayê roja Şemiyê hevdem digel lidarxistina rêûrisma Tacdanînê ya Paşayê nû yê Brîtanyayê, Graham Smît Rêveberê Koma Komarxwazan û bi dehan kes ji neraziyên li hemberî Pergala Paşatiyê û lidarxistina cejna tacadanîna Çarlzê sêyem li kolanênh Londonê desteser kirine.
Hejmareke desteserkiriyan di gotûbêja bi IRAN Press'ê ra gotin, Hêzên Polîsê Brîtanyayê nivîsên hevrê digel wan zeft kirin û ew bixwe jî bi sûcê nivîsîna dirûşmeya dijî Paşatiyê û daxwaza demokrasiyê li ser kirasê xwe kelemçe kirin.
Bi hezaran dijberên Pergala Paşatiyê ya Brîtanyayê wek dijayetiya li hemberî rêûrisma tacdanîna Çarlzê sêyem li bajarê cûrbicûr ên vî welatî nemaze Londonê xwenîşandan bi rê xistin û bi bilindkirina dirûşmeya "Tu Paşayê min nînî", daxwaza hilweşandina pergala Paşatiyê li Brîtanyayê kirin.