Sîyaseta bikîn a YE’yê dijî Sûrîyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340901-sîyaseta_bikîn_a_ye’yê_dijî_sûrîyê_didome
YE’yê di çarçova domandina sîyaseta bikîn û destwerdanxwazîya di karên navxweyî yên welatan da, hin boykotên nû dijî Sûrîyê kivş kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2023 14:03 Asia/Tehran
  • Sîyaseta bikîn a YE’yê dijî Sûrîyê didome

YE’yê di çarçova domandina sîyaseta bikîn û destwerdanxwazîya di karên navxweyî yên welatan da, hin boykotên nû dijî Sûrîyê kivş kirin.

Konseya Wezîrên Karên Derve ya YE’yê duh di dewama helwestên bikîn û destwerdanxwazîya di karên navxweyî yên welatan da, navê 8 dezgeh û sazî û 25 kesî xist lîsteya boykotên YE’yê yên dijî Sûrîyê.

Nika navê 351 kesî û 90 sazî û dezgehên têkildarî Sûrîyê li gorî tawanbarkirinên pûç di lîsteya boykotên YE’yê da ye.

Hikûmeta Sûrîyê ew karê YE’yê şermezar dike û radigihîne ku ew kara nîşan dide ku YE di biryardayînê da qet serbixwe nîne û bi awayekî rezîlane peyrevîyê ji sîyasetên Amerîkayê dike.

Hikûmeta Sûrîyê herwiha ew boykotana binpêkirina aşkira ya xalên mafên merivan ên herî xwerû û qanûnên navnetewî û pêkanîna cinayeta dijî mirovantîyê zanî.