Tetbîqata leşkerî ya navneteweyî ya herî mezin li Swêdê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340766-tetbîqata_leşkerî_ya_navneteweyî_ya_herî_mezin_li_swêdê_dest_pê_bû
Tetbîqata leşkerî ya navneteweyî ya bi navê “Sipêde 23” ku wqek meşqa herî mezin a 25 salên dawî tê hesab, roja Duşemiyê li Swêdê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2023 12:00 Asia/Tehran
  • Tetbîqata leşkerî ya navneteweyî ya herî mezin li Swêdê dest pê bû

Tetbîqata leşkerî ya navneteweyî ya bi navê “Sipêde 23” ku wqek meşqa herî mezin a 25 salên dawî tê hesab, roja Duşemiyê li Swêdê dest pê bû.

Li gorî rapora Swêdê, Wezareta Berevaniyê ya Swêdê ragihand: Ev tetbîqata leşkerî dê heta 11ê Gulanê were domandin û Amerîka, Brîtanya, Fenland, Polonya, Norwêj, Stovênî, Lêtonî, Lîtuwanî, Danmark, Otrîş, Almanya û Fransa tê da beşdar in.

Armanca van tetbîqatên leşkerî zêdekirina amadetiya şêrr a hêzên çekdar ên Swêdê ji bo sekinîna li hemberî êrîşa leşkerî ya muhtemel li ser vî welatî ye.

Ev tetbîqat li asiman, erd û deryayê û bi beşdariya derdora 26 hezar serbazan ji hemî yekîneyên leşkerî, pirranî li başûrê Swêdê û li Girava Gotlendê dê were lidarxistin.