Nîsan 17, 2023 14:12 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Hevkariya eskerî ya Rûsya û Çînê alîkariya xurtbûna ewlehiya cîhanî dike

Serokkomarê Rûsyayê got: Hevkariya eskerî ya Moskowa û Pikenê destekê dide xurtbûna ewlehiya cîhanî û navçeyî û xurtbûna têkiliyên istaretîjk a her du welatan.

‘Vladîmîr Pûtîn’ piştî hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Çînê li Moskowê got: Niha hevkariya eskerî-teknîkî ya Çîn û Rûsyayê bi geşatî di halê pêşketinê de ye ku ev hevkariya alîkariya ewlehiya cîhanî û navçeyî dike.

 Serokkomarê Rûsyayê her wiha got: Hevkariya eskerî ya her du welatan her wiha dibe sedema xurtbûna têkiliyên li gor bawerî û stratejîk a her du welatan.

 Wezîrên Berevaniyê yên Rûsyayê û Çînê di gotûbêjn xwe de, derbarê rewş û perspêktîvê hevkariyên dualî di warê berevaniyê û her wiha mijarên giring ên ewlehiya cîhanî û navçeyî gotûbêj bikin. Eva yekim sefera derveyî ya lî piştî wergirtina posta Wezareta Berevaniyê ya Çînê di meha Adarê de ye.

‘Lî Şang Fû’, Wezîrê Berevaniyê yê Çînê di sefera xwe ya çar rojî ya Rûsiyê, duh gihêşt Moskkowê.

 

Serepeyv