Êrîwan û Bakûyê li devera gêreliser muzakire kirin
Wekîlên Ermenistan û Komara Azerbaycanê li devera kêşeliser a sînorî muzakire kirin.
Konseya Ewlehîya Netewî ya Ermenistanê di daxûyanîyekê da ragihand ku vî welatî û Komara Azerbaycanê di civînekê da li devera Sîyonîk a Ermenistanê meseleyên sînorî şopandin û hilkolandin.
Konseya Ewlehîya Netewî ya Ermenistanê di vî warî da herwiha ragihand: Di vê civînê da ku bi amadebûna wekîlên Êrîwan û Bakûyê li herêma Kornîdzorê hat lidarxistin, biryar hat dayîn ku ji bo desnîşankirina sînorê hevpar bê kirin ku dê bi awayekî berbiçav rewşa herêmê çêtir bike û encamên wê jî yê bo raya giştî bên ragihandin.
Gêreyên vê dawîyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da li ser derbasgeha Laçîn`ê ye. Derbasgeha Laçîn`ê tenha rêyek e ku Ermenistanê bi navenda Qerebaga Çîyayî va girêdide.